Ji Xameneyî peyamek nû: Hêza me ya deryayî amade ye
RûpelNews - Mucteba Xameneyî ji bo pîrozbahiya Roja Hêzên Çekdar daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya xwe ya ku bi rêya Telegramê hate weşandin de Xameneyî rêz li fermandarên payebilind ên leşkerî û leşkerên ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane girt û destnîşan kir ku artêşa Îranê "li dijî planên xiyanetkar ên hem Amerîkayê, hem bermahiyên zordariya Şah û hem jî cudakariyên ku hewl didin Îranê parçe bikin, bi israr disekine û bi wêrekî sînor û avên xwe yên serwerî diparêze."
Xameneyî, amaje bi şerê ku ji aliyê DYA û Îsraîlê ve li dijî Îranê tê meşandin kir û got: "Artêşa Îranê, mil bi mil bi hevalên xwe yên di Hêzên Çekdar de, li dijî du artêşên pêşeng ên kufr û pozbilindiyê şer dike."
Di daxuyaniya xwe de, Xameneyî got:
"Dema ku firokeyên bêfirokevan bi leza birûskê li dijî sûcdarên amerîkî û siyonîst derdikevin, hêza deryayî ya wêrek a Îranê jî amade ye ku êşa têkçûnên nû bixe dilê dijminên xwe."