TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji Wezareta Berevaniya Tirkiyê daxuyaniya teqînê

📅 14 tîrmeh 2020 18:14

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê teqîna dewriyeya hevbeşa a Rûs-Tirk li Idlibê daxuyanî da û ragihand ku teqîn bi wesayîteke bombebarkirî pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî dema dewriyeya hevbeş a hêzên Rûs-Tirk li İdlibê, ji aliyê terorîstên dixwazin hewlên aştî û ewlehiyê têk bidin ve hatiye kirin ku ti kuştî tê de çênebûne.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku di karawana leşkerî de ziyan çêbûye û ti kuştî çênebûne.

Herwiha hatiya diyarkirin ku wê dewriyeyên hevbeş digel her cure tedbîran berdewam bikin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di nûçeya teqîna îro ya dema dewriyeya Rûs-Tirk de ragihandibû ku 3 leşkerên rûsî birîndar bûne.

Parve bike: