TR KU AR
FB X IG
Çand û Huner

Ji Weqfa Çandî ya Avestayê salane 'Xelata Rûmetê ya Avestayê'

📅 29 hezîran 2026 11:57
Weqfa Çandî ya Avestayê ragihand ku ew ê 'Xelata Rûmetê ya Avestayê' pêşkêş bike ji bo kesên hewla parastin û pêşxistina çanda kurdî dane. Weqfê ragihand ku xelata yekem a van xelatên salane dê di meha Cotmehê de li Amedê were pêşkêşkirin.

RûpelNews - Weqfa Çandî ya Avesta ku ji bo pêşketin û parastina çanda kurdî kar dike, xebateke nû da destpêkirin.

Weqfê da zanîn her sal bi rêk û pêk wê "Xelata Rûmetê ya Avesta" yê bide kesên ku ji bo çanda kurdî baştirîn berhem pêk anîn.

Di daxuyaniya weqfê de hat destnîşankirin ku armanca xelatê ew e ku rêzê li wan kesan bigire ku bi berhemên xwe yên rewşenbîrî di hemû waran de beşdarî pêşxistina çanda kurdî bûne û bandorên watedar û mayînde pêk anîne.

Her kesek dikare serî lê bide

Hat ragihandin ku her kesê bixwaze ji bo xelatê dikare serî li weqfê bide an jî dikare kesek din pêşniyaz bike. Hat destnîşankirin ku ji aliyê Lijneya Rêveber a Weqfa Çandî ya Avestayê ve xwediyê xelatê dê bê eşkerekirin.

Xelata yekem ku her sal li gorî kesayetiyeke dîrokî ya cuda tê binavkirin di merasîmekê de di Cotmeha 2026an de li Amedê wê were dayîn.

Ji xwediyê xelatê re ligel plaketê 100 hezar lîreyê tirkî pere dê bê dayîn.

Serlêdana dawî heta 15ê Îlona 2026an li ser avestaculture@gmail.com tê kirin.

Parve bike: