Jiyan
Ji Trump daxuyaniyeke lezgîn bo Kurdan û Tirkiyê...
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî bertekên zêde yên li ser vekişandina leşkerên Amerîkî û rê dana ketina artêşa Tirkiyê bo Rojavayê Kurdistanê li ser medya civakî car din daxuyanî da.
Trump li ser twitterê pesnê taybetî û şervaniya Kurdan da û got, me terka Kurdan nedaye.
Serokê Amerîkayê diyar kir, dibe ku ew ji Sûriyê vedikişin, lê terka Kurdan nadin û çek û pere didin wan.
Trump herwiha bal kişand ser operasyona Tirkiyê jî û destnîşan kir ku bi vî şerê bêmane aboriya wan têk biçe.
Di berdewamê Trump da xuyakirin ku ew dê 13ê Mijdarê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re li Washingtonê bicive.