Jiyan
Ji Trump daxuyaniya nû li ser Tirkiyê
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku bû demeke dirêj, Tirkiye bûye pirsgirêk û weke dost tevnegeriyaye.
Donald Trump di daxuyaniya xwe ya herî nû de ku ji peyamnêran re axiviye, diyar kir: “Diviyabû Andrew Brunson hatiba azadkirin, lê belê wî tohmetbar dikin û bersiva vê pirsê jî vekirî hiştine ku Amerîka dê çi pêngavên din li hember Tirkiyê biavêje.
Ji destpêka vê mehê ve hikûmeta Amerîkayê du pêngav dijî hikûmeta Tirkiyê avêtine. Yek ji wan; cezakirina herdu wezîrên navxweyî û dadê yên Tirkiyê, ya duyem jî zêdekirina baca ser pola û aleminyuma Tirkiyê. Herdu pêngav jî bandor li ser aboriya Tirkiyê kirin.