Ji Tirkiyê daxuyaniya koma xebatê ya ligel Amerîkayê
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê civîna Koma Xebatê ya Tirkiye-Amerîkayê de, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li civîna Amerîkayê ya koma xebatê de, biryardariya pêşveçûna di hemû mijaran de hatiye piştrastkirin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniya nivîskî de ragihand ku di civîna koma xebatê ya Wshingtonê de, heyeta bi seroktiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal bi heyeta Amerîkayê ya bi seroktiya Misteşarê Siyasî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê David Hale re 5ê Sibatê civiyaye û hat gotin, “Careke din girîngiya têkiliyên stratejîk ên Tirkiye-Amerîkayê hatiye teyîtkirin û wekî hevpeyman metirsiyên hevpar hatine gotûbêjkirin.”
Herwiha hat ragihandin ku rayedarên pilebilindên herdu aliyan li ser mijarê têkoşîna dijî terorê ya li Sûriyê gotûbêj kirine û biryardariya xwe ya ji bo pêşveçûna mijarên nakok teyît kirine.