Kurdistan
Ji Serokwezîr Barzanî û Bahaedîn peyama ‘yekrêzî û ewlehî’yê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn li ser rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê gotûbêj kirin.
Mesrûr Barzanî û Selahedîn Behaedîn
RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir.
Di hevdîtinê de, li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê nêrîn hatin parvekirin.
Tekezî li ser yekrêziya hêzên Kurdistanî
Her du aliyan tekez kirin ku yekhelwestî û yekrêziya hêz û aliyên Kurdistanî ji bo parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê pir girîng e.
Herêma Kurdistanê wek faktora aramiyê
Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê dê wek her dem di herêmê de faktoreke aramî û aştiyê bimîne.
Perlemantoyê û kabîneya nû
Di beşeke din a guftûgoyê de jî li ser aktîvkirina Perlemantoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj hate kirin.