TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji Serokwezîr Barzanî peyama 1ê Gulanê: Spasdarê we me!..

📅 01 gulan 2020 15:18

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî bi minasebeta Cejna Karkeran a Cîhanî 1ê Gulanê peyamek belav kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê twitterê belav kiriye de, rêz û hurmetên xwe ji karker û karmendên Kurdistanê re nîşan da ku di rûbirûbûna nexweşiya Covid-19 têdikoşîn.

Barzanî herwiha spasiya welatiyên Kurdistanê ku pabendî tedbîran dibin û hêvî xwest di rojên pêş de zêdetir karker û xebatkar vegerin ser karên xwe.

Parve bike: