TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji Rûsyayê sewqîyata leskerî bo Qamislo...

📅 09 nîsan 2020 16:13

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsyayê karwaneke 50 wesayîtên leşkerî ji bo teqwiye şand bingeha xwe ya li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê.

Piştî ku hêzên Amerîkî ji hinek deverên Rojavayê Kurdistanê vekişiyan, Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo rê li ber êrîşên Tirkiyê bê girtin, daxwaza hatina hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê bo parastina sînoran kiribû.

Li gorî çavkaniyên herêmê karwana Rûsî ya ji 50 wesayîtên leşkerî pêk dihat, ji baregeha li Eyn Îsayê bi rê ketiye û piştî derbasbûna bi ser Til Temirê re derbasî Qamişlo bûye.

Hat zanîn ku wesayîtên zirpoşî yên Rûsî li bingeha leşkerî Balafirxaneya Qamişlo ku dikeve aliyê başûrê rojavayê bajêr hatine bicihkirin.

Piştî operasyona Tirkiyê Rûsyayê hêzên xwe yên li dorûbera balafirgeha Qamişlo zêde kirine ku bi wan hêzan di çarçoveya rêkeftinên bi Tirkiyê re, li herêmên sînorî dewriyeyên hevbeş pêk tînin.

Parve bike: