TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Ji Pompeo daxuyaniya S-400an û peyama NATOyê

📅 18 berfanbar 2020 16:33

PeyamaKurd – Piştî pêwendiya telefonî ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û hempîşeyê wê tirk Mevlut Çavuşoglu, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Cale Brown naveroka hevdînê eşkere kir.

Cale Brown di daxuyaniya nivîskî de ragihand ku Pompeo ji Çavuşoglu re diyar kiriye ku sepandina cezayên ser Tirkiyê yên bi hinceta S-400ên rûsî ne ji bo lawazkirina berevaniya leşkerî ya Tirkiyê ye.

Pompeo herwiha hişyarî jî daye Tirkiyê ku hêzên xwe yên çekdar ji nû ve li gorî hevpeymana NATOyê saz bike û li erkên xwe yên hevpeymanîbûna NATOyê vegere.

Parve bike: