TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Ji Papayê Vatîkanê peyama protestoyên Amerîkayê

📅 03 hezîran 2020 16:09

PeyamaKurd – Papayê Vatîkanê Papa Francis, li dijî nijadperestiyê derket û banga aramiyê ji bo Amerîkayê kir.

Papa di peyama xwe de li ser kuştina George Floyd ji aliyê polîsekî nijadperest ve got ku bûyereke trajîk e û ew diayên xwe ligel Floyd û hemû kesên bi gunehbariya nijadperestî hatine kuştin e.

Papa, herwiha got ku bi rêbaza tundiyê ti tiştek nayê qezenckirin û banga arambûnê li xwepêşanderan kir.

Parve bike: