TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Ji Macron pêngava dîplomatîk: Wê bi Pûtîn û Zelensky re rûbirû biaxive!

📅 04 sibat 2022 16:32

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser krîza Ûkraynayê ya gihîştiye asta şer ragihand ku wan biryar daye ligel Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn û Serokê Ûkrayna Volodimir Zelensky re rûbirû hevdîtinê bike.

Macron got ku wî di nav hefteyê de 3 caran bi telefonê pêwendî ligel Pûtîn û Zelensky kiriye û biryara hevdîtina rûbirû hatiye wergirtin.

Herwiha Koşkta Elysee jî eşkere kiriye ku wê Macron 7ê Sibatê roja Duşemê serdana Moskowê bike û 8ê Sibatê jî derbasî Kîevê bibe û ligel Pûtîn û Zelensky rûbirû bicive.

Parve bike: