TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji destpêka heta îro 1ê Gulanê: Çawa dest pê kir, niha çawa tê pîrozkirin?

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 gulan 2026 10:19
Îro 1ê Gulanê Roja Karker û hevgirtin ê ye. Vê rojê bi têkoşîn û berxwedana karkeran û bi çalakiyên girseyî ji bo karkeran her çend hin maf bidestveanibe jî hêj karker negihiştine hemû mafên xwe.

RûpelNews - 1ê Gulanê, Roja Karkeran û Hevgirtinê, di sedsala 19an de wek sembola têkoşîna ji bo mafên karkeran derket holê. Xwepêşandanên yekem ên girseyî di sala 1856an de li Melbourneê hatin lidarxistin, ku tê de daxwaza rojeke kar a heşt-saetî dihat kirin.

Çalakiyên kedkaran çawa dest pê kir

Di sala 1886an de, bi sed hezaran karker li Chicagoyê ketin grevê û daxwaza demjimêrên kar ên kurttir kirin. Bûyera Haymarketê, ya ku di 4ê Gulanê de qewimî, bû yek ji xalên werçerxanê di tevgera karkeran de. Îdamkirina hin rêberên karkeran a piştî vê yekê, roleke girîng lîst ku 1ê Gulanê bibe semboleke navneteweyî.

Di sala 1889an de, Navneteweyî ya Duyemîn 1ê Gulanê wekî "roja navneteweyî ya yekîtî, têkoşîn û hevgirtinê" ragihand. Ji sala 1890an û pê ve li gelek welatan hate pîrozkirin, roj hêdî hêdî veguherî festîvaleke ku destkeftiyên di mafên karkeran de sembolîze dike.

1ê Gulanê li Tirkiyeyê: Qedexe û proseya nû

Pîrozbahiya yekem a 1ê Gulanê di serdema Osmanî de di sala 1909an de li Selanîkê pêk hat. Lêbelê, pîrozbahiya yekem li Stenbolê di sala 1912an de pêk hat.
Di salên destpêkê yên Komarê de, tevgerên karkeran di bin kontrola tund de bûn. Her çend pîrozbahiyên girseyî di sala 1923an de hatibin qedexekirin jî, Roja Pêşîn a Gulanê bi Qanûna Teşwîqa Aştiyê (Takrîr-î Sukûn) ya ku di sala 1925an de hat derxistin, bi temamî hat qedexekirin.

Piştî navbereke dirêj, di sala 1976an de bi pêşengiya DÎSKê pîrozbahiyên girseyî li Qada Taksîmê hatin lidarxistin.

Bûyerên 1ê Gulanê ya 1977an

Di sala 1977an de, di dema pîrozbahiyên li Qada Taksîmê de ku bi sed hezaran kes beşdar bûn, di encama gulebaranê de herî kêm 34 kes hatin kuştin û zêdetirî 130 kes jî birîndar bûn. Ev bûyer wek 1ê Gulanê ya Xwînî hate naskirin.
Kesên ku ev bûyer pêk anîn tu carî bi awayekî fermî nehatin destnişankırın. Ev bûyer di dîrokê de wek yek ji xalên werçerxanê yên herî gengeşî û krîtîk di dîroka Roja Pêşîn a Gulanê de li Tirkiyeyê ma.

Serdema ji salên 1980yî heta roja îro

Piştî derbeya 12ê Îlona 1980'an, pîrozkirina Roja Yekê Gulanê li Taksîmê hat qedexekirin. Di sala 2007an de, piştî navbereke dirêj, hewldan hatin kirin ku vegerin Taksîmê û di vê pêvajoyê de girtin çêbûn.

Di navbera salên 2010 û 2012an de, ji bo pîrozbahiyên li Taksîmê destûr hat dayîn. Lêbelê, ji sala 2013an û pê ve, meydan careke din ji pîrozbahiyan re hat girtin û destwerdan û girtin li navçeyên cuda derketin pêş.

Di salên paş de, pîrozbahî bi giranî li deverên wekî Bakirkoy û Maltepeyê hatin lidarxistin.
Biryara Dadgeha Destûrî: Cihê sembolîk û dîrokî

Di biryara xwe ya 2023an de, Dadgeha Destûrî diyar kir ku Qada Taksîmê cihekî sembolîk e ku hevwateya 1ê Gulanê ye, û girtina qadê wek binpêkirina mafên mirovan nirxand.
Biryarê tekez kir ku Taksîm ji aliyê çanda ked û sendîkayê ve xwedî taybetmendiya 'bîranîneke hevpar' e, û rasterast bi awayê pîrozkirina 1ê Gulanê ve girêdayî ye.

Îro Roja 1ê Gulanê

Îro, 1ê Gulanê li gelek welatan wekî cejna giştî tê nasîn. Pîrozbahî li hin cihan bi komcivîn û meşên girseyî tên kirin, lê li hinên din jî bi çalakiyên sînordartir tên bibîranîn.

Li Tirkiyeyê, 1ê Gulanê bi rêya çalakiyên ku li bajar û cîhên cuda tên organîzekirin, pîrozkirina wê berdewam dike.


 

Parve bike: