TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Ji bo Trump ji seroktiyê bê xistin lêpirsîna fermî tê destpêkirin

📅 25 îlon 2019 16:15

PeyamaKurd - Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi ji Partiya Demokrat ragihand ku ew dê ji bo Serokê Amerîkayê Donald Trump ji kar were dûrxistin lêpirsîna fermî bidin destpê kirin.

Pelosi da zanîn ku di axaftina Trump û Serokomarê Ukrayna Vladimir Zelenskiy de binpêkirina berpirsîyên qanûnî heye û got, karê wan parastina komarê ye, ji ber ku kes ji hiqûqê ne mezintir e û divê Serok Trump hesabê axaftina xwe bide.

Medya Amerîkî îdia dike ku Trump ji Zelenskiy dijî Cîgirê Serokê Berê yê Amerîka Joe Biden, ku bo hilbijartina seroktîyê berbijar e, alîkarî xwestiye.

Trump jî dibêje, ew bi Zelenskiy re bi awayekî dostane axivîye û dîyar dike ku di axaftina wî de tiştekî dijî qanûnê tune ye.

Hêjayî gotinê ye, Trump piştî nîqaşan gotibû ku wî ferman daye hûrgilîyên axaftina wî û Zelenskiy were weşandin.
 

Parve bike: