TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Ji bo Erzînganê hişyarî: Erdhej li cihekî krîtîk e

editor2
Edîtor
📅 06 sibat 2026 14:49
Erdnas Prof. Dr. Naci Gorur diyar kir ku erdheja bi mezinahiya 4.9 a ku li navçeya Kemaxê ya Erzînganê qewimî, "Li cihekî krîtîk bû."
RûpelNews -

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karên Hawarçûn û Rewşa Awarte (AFAD), erdhejeke bi mezinahiya 4.9 pileyî li Kemaxa Erzînganê qewimî. Erdhej di saet 14.16an de û di kûrahiya 4.52 kîlometreyan de pêk hat.

Erdheja li Kemaxê her wiha li Dersim, Gumuşhane, Elezîz û Bayburtê jî hat hestpêkirin.

Parêzgarê Erzînganê Hamza Aydogdu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di erdhejê de tu qurbanî an jî zirara madî çênebûye.

AFADê her wiha diyar kir ku heta niha tu bandorên neyînî nehatine ragihandin û lêkolînên li qadê berdewam dikin.

"Qelşên biçûk hene"

Şaredarê Kemaxê Cevdet Bayram ragihand ku li navçeyê ti bandorên neyînî çênebûne. Bayram got:

"Em niha li navenda erdhejê, li Kemaxê ne. Şikir, heta niha ti pirsgirêk nînin. Hin qelşên biçûk hene. Ji xeynî vê, ti pirsgirêk nînin. Li ser rê û rêgehan xeteriya hilweşîna keviran çêbûye, lê ev pirsgirêkên biçûk in. Vê gavê ti pirsgirêk nînin."

Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglu ragihand ku wezaretê ji erdheja bi mezinahiya 4.9 a ku li navçeya Kemaxê qewimî, ti raporeke zirarê nehatie tomarkirin.

Naci Gorur hişyarî da

Piştî erdhejê, pisporê erdnasiyê Prof. Dr. Naci Gorur li ser medyaya civakî bal kişand ser herêma ku erdhej lê qewimî. Gorur, ku diyar kiribû ku ew li benda erdhejekê li herêma Yedisu ya Xeta Derzê ya Anatoliya Bakur bûn, wiha got:

"Erdhejeke 5.0 li Kemax-Hakbir/Erzîngan. Di navbera şaxên Derza Karaca de. Erdhej li cihekî krîtîk e. Em li benda erdhejekê ne li beşa 7an a KAFê. Ev erdhej nêzîkî wê beşê ye."

Parve bike: