TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji bo 2 balafirên ji Stenbolê diçûn Almanyayê îxbara bombeyê hat dayîn

📅 25 adar 2021 20:12

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo du balafirên THY yên amadekariya çûna Almanyayê dikirin, îxbara bombeyê hatiye dayîn.

Hat diyarkirin ku herdu balafiran amadekariya seferê dikir ku ji ser Stenbolê biçin Balafirxaneyên Munîh û Stuttgart ên Almanyayê.

Li gorî zanyariyan, piştî îxbara bombeyê herdu balafirên rêwiyan bo cihekî ewle hatine veguhestin û lêkolîna li ser balafiran hatiye destpêkirin.

Parve bike: