TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Ji Berhem Salih daxuyaniya coteteqînên Bexdayê

📅 21 rêbendan 2021 17:03

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ser coteteqînên xwekujî yên li bazara meydana Teyare ya Bexdayê ku herî kêm 28 kesan can daye û 73 kesên sivîl jî birîndar bûne daxuyanî da.

Berhem Salih bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku teqînên îro yên li Bexdayê aramiya welat, aştî û dahatuya gel kiriye armanc û got: "Rêxistinên tarî bi van her du teqînan xwestin destkeftiyên neteweyî û aştî û dahatuya gel bikin armanc. Em bi tundî li dijî van hewildanên sexte ne ku armanca wan îstiqrara welatê me ye."

Parve bike: