TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji ber teqîna bombeyên PKKê 2 Pêsmerge sehîd bûn, hejmarek jî birîndar bûn

📅 15 îlon 2021 20:17

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku ji ber teqîna bombeyên vedayî yên PKKê, 2 pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn.

Îro 15ê Îlonê danê êvarê li geliyê Neqeba yê devera Nehlê ya li sînorê navçeya Akrê, 3 bombe teqiyan û di encama teqînê de 2 pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, mayînên ku PKKê li herêmê vedabûn, bi wesayîteke hêzên pêşmerge de teqiyane û di encamê de, du pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûne.

Beriya niha jî li nav sînorên Herêma Kurdistanê di encama teqînên bombeyên çandî yên PKKê de hejmarek Pêşmerge hatibûn şehîdkirin û birîndarkirin.

Parve bike: