TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji ber propoganda PKK/KCKê di ser medya civakî de kirine operasyon kirin ser 2 kesan

📅 19 sibat 2025 20:38

PeyamaKurd – Tîmên rêvebiriya asayîşa bajarê Erzeromê ji ber propoganda PKK/KCKê di ser medya civakî de kirine, rêvebiriya asayîşa bajarê Erzeromê operasyon kir ser 2 kesan.

Di operasyonê de 2 kesên bi navên M.G. û F.A. xistin binçav. Beşa şopandina platformên medya civakî ya asayîşa bajarê Erzeromê, li gor xwe tesbîta belavkirinên her 2 kesan kirin ku goya propoganda PKK/KCKê kirine.

Serdozgeriya bajarê Erzeromê kesê bi navê F.A. serbest berda û yê bi navê M.G. bi biryara girtinê ew şand zîndanê.

Parve bike: