TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji ber heza erdê rêya Wan-Geverê hat girtin

📅 08 nîsan 2024 23:38

PeyamaKurd – Li ser rêya navbera Wanê û Geverê li devera Pir a Nû hez çêbû û kevir û herî tev ketin nava rê. Erebeyên ku di rê de diçûn bi zahmetî xwe ji wan keviran rizgar kirin.

Bûyer îro ber destê êvarê çêbû. Rê hat girtin û dezga rêyên bejayiyê ya dewletê dest bi xebata vekirina rê kir û niha bi nobedarî dixebitin da rê vekin û çûnûhatê îdare bikin.

Parve bike: