TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Ji ber asîtên berfê 8 kes mirin

📅 05 sibat 2022 22:52

PeyamaKurd – Li welatê Awûstûryayê nêzî sînorê Îswîçre, li eyaleta Tirolê li deverên Spiss û Schmirnê duhî aşîtên berfê ketibûn û di encamê de 8 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor navenda kontrolê ya Tirolê ku bo çapemeniyê ragihandiye, li deverên navborî aşîtên berfê li 30 ciyan hatiye jêr. Li Spiss ê 7 kes mirine û li Schmirn ê 5 sporvanên zivistanê di bin aşîtan de mane. Ji yên di bin aşîtan de mane yek ji wan miriye û 4 kes ji wan giran birîndarin û wan şandine nexweşxaneyan.

Heya niha nasnameya kesên mirine nehatiye tesbîtkirin.

Parve bike: