Ji Bakirhan bo Îranê: Bi komkujiya kurdan bi ser nakevî
RûpelNews - Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan di civîna koma parlamenterên partiya xwe de der barê êrîşa Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê axivî û ev êrîşan bi tundî şermezar kirin.
"Çi pêwendiya Herêma Kurdistanê bi şerê Îranê re heye?"
Bakirhan diyar kir ku Îran li şûna ku bersiva van êrîşan bide, bi êrîşkirina li ser gelê kurd tola xwe ji Amerîkayê hildide û wiha axivî:
"Her ku Îran rastî êrîşên Amerîka û Îsraîlê tê, hewl dide hêrsa xwe li ser kurdan, bajarokên kurd û herêmên kurdî vala bike. Di êrîşeke ku ji aliyê hêzên nîv-leşkerî yên Îranê û alîgirên Îranê ve li dijî hêzên kurdî hat kirin de, 9 pêşmergeyên Komela jiyana xwe ji dest dan. Ji dema ku şer di 28ê Sibatê de dest pê kir, nêzîkî hezar êrîşên bi dron û moşekan li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine kirin. Ji bo xatirê Xwedê, çi têkildariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şerê Îranê re heye? Heta niha nêzîkî hezar moşek û dron hatine avêtin. Heta niha, di van êrîşan de 28 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dane. Her wiha nêzîkî 150 Pêşmerge û sivîl jî birîndar bûne. Wekî din, di nav tenê hefteyekê de, 20 kes ku piraniya wan girtiyên kurd û muxalif bûn li Îranê hatin îdamkirin. Em van êrîşan bi awayekî herî tund şermezar dikin. Em sersaxiya xwe ji gelê Kurd re dixwazin."
"Kurd ne wekî yên serdema Qesrê Şêrîn in"
Bakirhan peyameke hevgirtinê ji bo kurdan ên li dijî rejîma Îranê şand, banga bidawîkirina komkujiya li ser kurdan kir û wiha aixivî:
"Dema ku Îsraîl û Amerîka êrîşî Îranê kirin, kurd bêalî man. Wan (kurd) çek ranekirin. Wan got, 'Em ne aliyekî vî şer in.' Li şûna ku rêzê li vê yekê bigirin, wan xelk qir kir û herêm bombebaran kir. Navê vê jî Komara Îslamî ye dibêjin! Em bang li Îranê dikin ku ji vê yekê dev jê berde. Kurd ne Kurdên serdema Qesrê Şêrîn in, ne jî Kurdên serdema Sykes-Picot in. Gelek av di bin wê pirê re herikiye. Bi nifûsa xwe ya 60 milyonî kurd di Rojhilata Navîn de hêza herî dînamîk û herî baş-organîzekirî ne. Ji ber vê yekê her kes heddê xwe baş bizane. Kes bi komkujîkirina kurdan, bombebarankirina welatê wan, an jî bombebarankirina Herêma Federal a Kurdistanê, tiştekî bi dest naxe. Em careke din rejîma Îranê hişyar dikin. Em bang li wê dikin ku dawî li van komkujiyan bîne. Li şûna ku îdaman pêk bîne û bombebaranê li ser axa xwe bike, çima hilbijêre ku bi awayekî mirovane û wekhev bi kurdên re bijî?