TR KU AR
FB X IG
Jiyan

 Ji Azerbaycan û Ermenistanê pevguhertina dîlan: 34 dîl hatin berdan

📅 13 berfanbar 2023 20:47

PeyamaKurd – Di navbera welatên Azerbaycan û Ermenistanê de, pevguhertina dîlên şerê Qerebaxê hate kirin.

Li gorî ragihandina rayedarên Azerbaycanê li beramberî 32 dîlên Ermen ji aliyê Ermenistanê ve jî 2 leşkerên Azerî hatine azad kirin.

Hate ragihandin pevguhertina dîlan, li herêma Gazah a sînorê herdu welatan hatiye kirin û dîlên herdu aliyan radestî rayedaran hatine kirin.

Hate diyarkirin ku pevguhertina dîlan di bin çavdêriya Heyva Sor a Navnetewî de hatiye encamdan.

Parve bike: