TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Ji Antonio Guterres bangewaziya bûyerên Filistîn û Îsraîlê

📅 12 gulan 2021 19:03

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji bo bidawîanîna alozî û bûyeran bangewazî li aliyên Filistîn û Îsraîlê kir.

 Antonio Guterres bi daxuyanîyeke nivîskî got ku avêtina moşeken bi ser hin navendên Îsraîlê de nayê qebûlkirin û divê berpirsên ewlekarîya Îsraîlê jî hêzê bikar neyînin.

Guterres herwiha da zanîn ku NY ji bo aloziya di navbera Filistîn û Îsraîl de kêm bibe bi hemû alîyan re dixebite.

Parve bike: