Cîhan
Ji Amerîka peyama pistevaniya bo hêzên Pêsmerge
PeyamaKurd - Konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê bi daxuyaniyekê serxweşî da Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesûkarên Pêşmergeyên di êrîşa terorîstî ya DAIŞê ya şeva 1ê Gulanê de li eniya Pirdê hatibûn şehîdkirin.
Di daxuyaniya ku li ser rûpela konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê hat belavkirin de, konsolxaneyê serxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesûkarên Pêşmergeyên şêhd kir.
Konsolxaneya giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê got, Amerîka pêbende bi hemahengî û piştevaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, heta ew dema terorîstên DAIŞê bi temamî werin şikestin.