TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Jêkirina wê 15 hezar dolar e lê kes guh nade

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 08 hezîran 2026 15:04
Li Dêrsimê guldexwînên vebûne li devereke berfireh belav bûne. Ji bo dîtina guldexwînan gelek geştyar tên lê hinek kes pê li van dikin. Rayedar jî hişyariyê didin jêkirin an zirardayîna van guldexwînan ji zêdeyî 15 hezar dolar e.

RûpelNews - Li Pulura Dêrsimê ku bi xweza, deşt û çiyayên xwe yên heybet balê dikşîne her sal bi geştyaran tije dibe. Îsal jî hejmareke zêde geştyar tên vê navçeyê da ku xwezaya xweşik a li vê navçeyê bibînin.

Deşt û çiyayên Pulurê wekî her sal îsal jî bi guldexwînan xemilî. Ev guldexwînên ku bi reng û şeklê wan a stûxwar rengeke cuda dide xwezayê tenê 3 hefte emrê wan hene. Ji bo dîtina van guldexwînan bi hezaran geştyar tên herêmê lê hinek kes ji bo ku wêneyan bigirin pê li guldexwînan dikin. 

Rayedar jî hişyariyê didin jêkirina guldexwînan an zirardayîna wan ji zêdeyî 15 hezar dolar e lê tevî vê hişyariyê jî guldexwînên emrê wan 3 hefteyan e berî vê maweyê ji ber piyê mirovan zutir ji vê jiyanê koç dikin.

 

Parve bike: