TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Jeffrey: Amerîkayê 15 kesayetên Sûriyê xist lîsteya res a cezakirinê

📅 17 hezîran 2020 20:41

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey, piştî ku îro 17ê Hezîranê Yasaya Qeyser (Sezar) a Sizakirina Rejîma Sûriyê û alîgirên wê dest pê kir, ragihand ku hejmarek kesayetên Sûriyeyî yên alîgiriya rejîmê û Îranê dikin xistine lîsteya reş a dorpêçan.

James Jeffrey ragihandiye ku wê 15 kesayetên Sûriyeyî ji aliyê Amerîkayê ve bên cezakirin ku dê bikevin lîsteya dorpêçan.

Nûnerê Amerîkayê diyar kir ku wê dorpêç û fişara Amerîkayê heta Îran û Hizbullah ji Sûriyê were derkirin berdewam bike.

 

Parve bike: