Îsweç û Fînlandiya tevlî hevdîtinên endamtiya NATO yê bûn
PeyamaKurd – NATO yê Fînlandiya û Îsweçê dawet kir û nûnerên her dû dewletan tevli hevdîtinên NATO yê bûn. NATO nivîskî ragihand ku wezîra karên derve ya Îsweçê Ann Linde û wezîra karên derve ya Fînlandiyayê Pekka Haavisto bi rêvebirên NATO re li baregeha Brukselê de hatine cem hev. NATO di daxwuyaniya nivîskî de weha got:
“Her dû dewlet jî sererast kirin ku berpirsiyariya endamtiya NATO yê ya siyasî, qanûnî û leşkerî bi şiyanên xwe ve wê bînin cîh.”
Wezareta karên derve ya Îsweçê jî ragihand ku wek Îsweç temamê şertên endamtiya NATO yê bicîhaniye. Hem wê Îsweç wê destekê bide şiyanên NATO û hevkarên wê.
NATO wê sibê ji bo prosedurên zîrwa Madrîdê temam bike, wê bi nûnerên 30 welatan re were cem hev û wê protokola tevlîbûnê ya Îsweç û Fînlandiyayê îmze bike.