Îsraîlê Somalîland wekî dewlet nas kir
EuronuNews- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku ev biryar di çarçoveya "Peymanên Îbrahîm" de hatiye standin û ew ê daxwaza Somalîlandê ya ji bo beşdarbûna vê peymanê bigihîne Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî ragihand ku ev peyman danîna pêwendiyên dîplomatîk ên tam, tayînkirina balyozan û vekirina balyozxaneyan li xwe digire. Her du welat plan dikin ku demildest di warên çandinî, tenduristî, teknolojî û aboriyê de hevkariya berfireh bikin. Serokatiya Somalîlandê ev pêngav wekî serkeftineke mezin a hewldanên xwe yên bi dehsalan ên ji bo naskirina yasayî pênase kir.
Somalîlandê di sala 1991ê de bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ji Somaliyê ragihandibû, lê heta niha ji aliyê civaka navneteweyî ve nehatibû naskirin. Ev biryara Îsraîlê di demekê de tê ku alozî di navbera Somalî û Etiyopyayê de li ser statuya Somalîlandê berdewam dike. Hikûmeta Somaliyê hîn jî herêma Somalîlandê wekî parçeyekî xwe dibîne.