TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îsraîlê êrîseke hewayî bire ser Hamasê!

📅 20 hezîran 2018 11:28

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê li Xazzê bi balafirên şêrr êrîş birine ser hêzên Hamasê. Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xazzê 8 nuqteyên Hamasê hatine hedefgirtin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Anraee li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got ku Hamas ji Xazzê roketan tavêje aliyê Îsraîlê. Ji ber vê yekê me jî bersiva wan da û me 8 nuqteyên Hamasê îmha kirin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Anraee berî niha jî îdda kiribû ku Hamasê 13 roket avêtine nava Îsraîlê û 4 ji van roketan hatine îmhakirin.

Parve bike: