Jiyan
Îsraîlê bo hemwelatiyên xwe: Neçin Tirkiyê
PeyamaKurd - Wezîrê Turîzmê yê Îsraîlê Yarîv Levîn ragihand ku ew bi awayekî eşkere tîne zimên: Divê çûna Tirkiyê neyê kirin.
Piştî bûyerên li ser sînorê Xezzeyê bi daxuyaniyên dualî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de rageşî derket û di warê siyasî de hin pêngav hatibûn avêtin.
Herî dawî Wezîrê Turîzmê yê Îsraîlê Yarîv Levîn bo portala Îsraîl Ynetê axivî û bang li hemwelatiyên Îsraîlê kir êdî neçin Tirkiyê.
Herwiha Levîn, li ser Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî wiha got: “Mixabin li Tirkiyê yekî ku mijara Îsraîlê tim û tim beriya hilbijartinan bo piştgiriyê bi dest bixe dixebitîne. Heya ku muameleya Tirkiyê li hemberî me ev be bo çûna wê derê tu sedem nîne."