TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îsraîlê bi êrîseke asmanî bersiva mosekbarana Hemasê da

📅 16 nîsan 2021 16:03

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê îro 16ê Nîsanê ragihand, Hemasê ji ser Xezayê moşek avêtiye ber bi Îsraîlê ve û wan vê sibehê wekî bersiv êrîşeke asmanî li ser pêgehên Hemasê yên Xezeyê pêk aniye.

Artêşa Îsraîlê ragihand: “Wek bersivdayîna avêtina moşekan ber bi Îsraîlê ve, balafirên şerên li dijî binkeyên çêkirina amûrên şer, tuneleke ji bo qaçaxkirina çekan û xaleke leşkerî ya Hemasê li Xezayê êrîşên asmanî pêk anîn.”

Artêşa Îsraîlê herwiha eşkere kiriye ku dema êrîşê hejmareke xelkê bajarê Sderot ê bakurê Xezayê xwe li jêrzemînan parastiye.

Parve bike: