TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îsraîl: Îran dixwaze aboriya xwe bi petrola qaçax rizgar bike

📅 13 adar 2019 21:47

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Îranê Emîr Xatemî got eger keştiyên Îsraîlê mudaxele bi sewqiyata petrola Îranê bike, dê vê tevgerê weka qorsaniyê qebûl bike û bersiva tund bide Îsraîlê.

Hatemî peyam da ajansa fermî ya Îranê ya bi navê IRNA yê û li ser gotina Netenyahû ya ku gotibû: “Hêzên behrê yên Îsraîlê dikare li dijî petrola qaçax ya Îranê bikeve nava tevgerê” bersiv da.

Hatemî ragihand ku Tehran dikare li dijî her mudaxeleya Îsraîlê tevbigere û civaka navdewletî jî kiryarên Îsraîlê qebûl nake. Hefteya borî Îsraîl gotibû ku Îran dixwaze aboriya xwe bi petrola qaçax rizgar bike.

Parve bike: