Îsraîl: Her kesê ku cîyê Xameneyî bigire jî hedef e
RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz li ser platforma medyaya civakî X ragihand ku her kesê ku li şûna Elî Xameneyî bigirê û rejîmê bidomîne an jî berdewam bike, ew ê jî bibe hedef.
Katz di parwerkirina xwe de wiha got:
"Her rêberek ku plana rejîma terorîst a Îranê ya ji bo tunekirina Îsraîlê, gefxwarina li ser Amerîkayê, cîhana azad û welatên herêmê û hiştina gelê Îranê di bin zilmê de bidomîne, dê teqez bibe hedefa ji holê rakirinê. Ferq nake navê wan çi ye an li ku derê xwe vedişêrin."
Katz diyar kir ku wî û Serokwezîrê Îsraîlê talîmat dane Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) û got ku ew dixwazin ku di çarçoveya operasyona bi navê "Operasyona Harrier Roar" de hemî amadekarî werin kirin û gavên pêwîst werin avêtin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate teqez kirin ku ew bi hevahengî bi Amerîkayê re tevdigerin da ku şiyanên leşkerî û stratejîk ên rejîmê "bişkînin" û şert û mercên pêwîst ji bo gelê Îranê biafirînin da ku hikûmeta xwe biguhezîne.
כל מנהיג שימונה ע"י משטר הטרור האיראני כדי להמשיך ולהוביל את התוכנית להשמדת ישראל, לאיים על ארה"ב והעולם החופשי ומדינות האזור, ולדכא את העם האירני - יהיה יעד חד משמעי לחיסול.
— ישראל כ”ץ Israel Katz (@Israel_katz) March 4, 2026
לא חשוב מה שמו והמקום בו יסתתר.
רה"מ ואני הנחינו את צה"ל להיערך ולפעול בכל האמצעים למימוש המשימה כחלק…