Îsraîl: Di êrîşên Îranê de 309 leşker birîndar bûn
RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat weşandin de, derbarê hejmara leşkerên îsraîlî yên ku di navbera 7ê Cotmeha 2023an, dema ku êrîşên li ser Xezeyê dest pê kirin û 28ê Sibatê, dema ku êrîşên li ser Îranê dest pê kirin, birîndar bûne, hûrgulî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, di êrîşên li ser Îranê de, heta niha 309 leşkerên îsraîlî birîndar bûne, ku ji wan 23 bi birînên giran, 55 bi birînên navîn û 230 jî bi birînên sivik in.
Derbarê ka çend ji leşkerên birîndar di tolhildana Îranê de û çend jî li başûrê Lubnanê birîndar bûne, ti agahî nehat dayîn.
Ji destpêka êrîşên li ser Xezeyê ve 6 hezar û 424 leşker birîndar bûne
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hejmara leşkerên ku ji 7ê Cotmeha 2023an ve birîndar bûne gihîştiye 6 hezar û 424an, ku 5 ji wan di rewşeke krîtîk de ne û 149 jî di rewşeke navîn de ne û niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Hejmara leşkerên ku di pevçûnên bi Hezbolahê re hatine kuştin, her ku artêşa Îsraîlê dagirkeriya xwe li başûrê Lubnanê berfireh dike, gihîştiye 10an.
Di dawiyê de, duh hat ragihandin ku çar leşkerên îsraîlî di pevçûnên li başûrê Lubnanê de hatine kuştin.