TR KU AR
FB X IG
Cîhan

ISÎD li Kerkûkê gelê Kurd mecbûrî barkirinê dike!

📅 20 hezîran 2018 11:57

PeyamaKurd- Ji ber ku êrîşên IŞÎDê her roj zêdetir dibin, Kurdên ku li gundê Ereb Kuwiya girêdayî Daqûqê ya li Başûrê Kerkûkê; careke dî bar dikin. Berî niha hêzên pêşmergeyan ev herêm ji destê IŞÎDê derxistibû û azad kiribû. Lê belê gundiyên herêmê niha careke dî bi êrîşên IŞÎDê re rû bi rû man.

Piştî bûyerên 16ê Cotmetê herêm ji destê hêzên pêşmergeyan derketibû û milîsên Heşdî Şebiyê ketibûne herêmê de. Lê belê Heşdî Şebiyê ewlehî û aramî li herêmê pêk neanî û ji wê rojê heta niha gelê Kurd yên herêmê di bin zext û zorê de ne. Her dem êrîşên IŞÎDê dewam kirin. Êdî gelê herêmê bêçare, malên xwe bar dikin û li dinyayê penaber didin.

Parve bike: