TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Iraq û Siûdî 3 girêbestên ragihandin û turîzmê îmze kirin

📅 25 gulan 2023 20:42

PeyamaKurd – Di çarçoveya xebatên Konseya Kordînasyonê de, di navbera Erebistana Siûdî û Iraqê de, 3 girêbest hatin îmze kirin.

Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) ragihand ku di navbera herdu welatên Iraq û Erebistana Siûdî de, 3 girêbest di warê turîzmê û ragihandinê de hatin îmze kirin.

Hat diyarkirin ku herwiha di navbera herdu ajansên fermî yên dewleta Iraqê INA û dewleta Siûdî SPA de jî girêbesta hevkariya nûçeyan hatiye îmze kirin.

Parve bike: