TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Iraq li Sûriyê bi balafiran li çeperên DEASê xist

📅 19 nîsan 2018 18:44

PeyamaKurd- Balafirên şer yên Iraqê li Sûriyê, li çeperên DEAŞê xistin. Êrîş bi hevkariya rejîma Esed û Bexdayê çêbûn.

Ragihandina nûçeyê ji aliyê daîra çapemeniyê ya serokwezîrtiya Iraqê de hat kirin. Di ragihandinê de weha hat gotin: “Bi fermana serokê hêzên artêşa Iraqê (serokwezîr) balafirên şer yên Iraqê, li ser sînorê Sûriyê û Iraqê li çeperên DEAŞê xistin.

Di beyanê de hat gotin ku hebûna DEAŞê li ser sînorê Sûriyê bo Iraqê xetere û bo Iraqê tehdide. Ji ber wê ev êrîş hatin kirin. Wê ev êrîş bibin alîkar da DEAŞ li herêmê têkbiçe.

Parve bike: