Rojhilata Navîn
Îranê, Tengava Hurmuzê carekê din girt
Supaya Pasdaran ragihand ku Amerîka pabendî sozên xwe nebûye, loma Tengava Hurmizê digirin, tengav dê di bin kontrola hêzên çekdar ên Îranê de be.
RûpelNews -
Berdevkê Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî got, "Piştî wê rêkeftina ku berê di dan û standinan de hatibû kirin, Komara Îslamî ya Îranê bi niyeteke baş razî bû ku hejmarek keştiyên petrolê û keştiyên bazirganiyê bi awayekî sînordar di Tengava Hurmizê re derbas bibin lê mixabin Amerîka sozên xwe bi cîh neanî."
Zulfîqarî got, "Ji ber vê yekê kontrola Tengava Hurmizê vegeriya rewşa xwe ya berê û di bin birêvebirin û kontrola tund a hêzên çekdar de ye."
Îbrahîm Zulfîqarî di berdewamiyê jî de got, "Heta ku Amerîka rê nede çûn û hatina azad û temam a keştiyan a ji Îranê ber bi cihên diyarkirî ve û berevajî wê, tengav dê bi tundî were kontrolkirin û vedigere rewşa berê."