TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îranê piştî gotinên Trump gefa lêdana baregehên Amerîkî xwar

📅 02 rêbendan 2026 15:42
Tehranê gefên tund li Amerîkayê xwarin. Serokê Parlamentoyê Mihemed Qalîbaf diyar kir ku eger Amerîka destwerdanê bike, hemû baregehên wan ên li herêmê dê bibin hedefên meşrû.

EuronuNews- Serokê Amerîkayê Donald Trump roja înê ragihandibû, "Eger Îran xwepêşanderên aştîxwaz gulebaran bike û bi awayekî hovane bikuje ku ev edeta wan e Amerîka dê bi hawara wan ve biçe."

Trump herwiha got: "Em bi çek û cebilxaneyên xwe amade ne û em amade ne bikevin tevgerê. Spas ji bo guhdana we ya ji bo vê mijarê!"

Rayedarên Îranî, wek Elî Larîcanî û Îsmaîl Baqayî, daxuyaniyên Trump wekî "macereyekê" bi nav kirin û destwerdan wek xeta sor pênase kirin. Hate ragihandin ku her cure êrîşek dê agir berde herêmê û berjewendiyên Washingtonê têk bibe.

Li aliyê din, di xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 7 kesan can daye. Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bang kir ku pirsgirêkên aborî neyên piştguhkirin û tenê aktorên derve neyên sûcdarkirin.

Parve bike: