TR KU AR
FB X IG
Jiyan

 Îranê gestên xwe yên asmanî bo Bexda û Necefê rewestandin

📅 05 mijdar 2019 14:44

PeyamaKurd - Ji ber bûyerên vê dawiyê li Iraqê, Îranê geştên xwe yên esmanî bo Bexda û Necefê rawestandin.

Rêveberê Giştî yê Komeleya Kompaniya ya Baalfirxaneya Îranê ragihand, tevahiya geştên kompaniya ya balafirxaneyê yên Îranê bo Bexda û Necefê hatin rawestandin.

Ragehand jî, destpêkirina geştan peywendî bi asayîbûna rewşa Îraqê ve heye û heya ev rewşa niha ya Îraqê berdewam be ti geşteke esmanî bo Bexda û Necef nayên encamdan.

Ji alîyekî din ve, serkonsulê Îranê li Kerbela Mesûd Husênîyan, ragihandiye di niha de rewş nebaş e bo seredankirina mezarên Îraqê ji aliyê Îranîyan ve û daxwaz ji hemwelatîyên Îranê kir ku geştên xwe bo Îraqê gîro bikin.

Parve bike: