Îranê gef xwar: Herêmê vala bikin
RûpelNews - Alî Ebdulahî, Fermandarê Baregeha Navendî ya Hatem el-Enbiya, ku yekîneya Supaya Pasdaran a Îranê ku berpirsiyarê meşandina operasyonan e, gefa wê yekê xwariye ku eger Îsraîl navçeya Dahiye ya Beyrûtê bike hedef, Îran dê di berdêla wê de bakurê Îsraîlê bike hedef.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnim a nîv fermî ya Îranê, Ebdulahî ji bo kesên ku li bakurê Îsraîlê dijîn hişyariyeke valakirinê da.
Ebdulahî hişyarî da ku eger Îsraîl navçeya Dahiye ya Beyrûtê bike hedef, Îran jî dê li hemberî vê yekê bakurê Îsraîlê û herêmên wê yên leşkerî bike hedef û bang li niştecihên bakurê Îsraîlê kir ku ji bo "xwe ji ziyanê biparêzin" ji herêmê derkevin.
Banga Îsraîlê
Artêşa Îsraîlê jî bangek kiribû û ji niştecihên navçeya Dahiye ya Beyrûtê, xwestibû ku ji malên xwe derkevin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu vê sibehê ferman dabû artêşê ku li ser navçeya Dahiye ya paytexta Lubnanê, Beyrûtê, êrîşên hewayî pêk bîne.