TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Îranê êrîşî wargehên PAKê yên li nêzîkî Hewlêr kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 08 gulan 2026 10:41
Êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Hat ragihandin ku şeva borî, Îranê baregeh û wargehên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) yên li nêzîkî Hewlêrê bi dronan bombebaran kiriye.

RûpelNews - Çavkaniyên PAKê diyar kirin ku heman dever du roj berê jî ji aliyê Îranê ve du caran hatibû armancgirtin. Dîmenên ku ji aliyê PAKê ve hatin parvekirin, şewateke ku piştî êrîşê li herêmê derketibû xûya dike.

Di daxuyaniyeke ku li ser platforma medyaya civakî Xê hate weşandin de, PAKê diyar kir: "Êrîşa dronê ya Îranê li ser Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê. Dewleta Îranê ya dagirker nû du êrîşên din ên dronê li ser baregeh û navendên Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê pêk anîn."


 

Parve bike: