TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îranê êrişî baregeha Brîtanya ya li Qibrisê kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 adar 2026 10:46
Hat ragihandin ku, du moşekên ku ji aliyê Îranê ve hatine avêtin li nêzîkî baregeha leşkerî ya Brîtanyayê ya li Qibrisê ketin.

RûpelNews - Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku her du mûşekên ku ji aliyê Îranê ve hatin avêtin, li nêzîkî baregeha leşkerî ya Barîtanyayê ya li Qibrisê ketin xwarê û ti zarar û ziyaneke canî û an jî malî çênebû.  

Êriş moşek û firokeyên bêmirov hatin kirin

Wezaretê ragihand ku di dema operasyonên berdewam ên li dijî Îranê de, moşek û hin firokeyên bêmirov li deverên pir nêzîkî cihên ku hêzên Brîtanî lê bi cih bûbûn, dan. Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên li ser baregeheke li Behreynê de, hin moşek nêzîkî deverên ku leşkerên Brîtanî lê bi cih bûbûn ketine.

Wezîrê Parastinê daxuyanî da

Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey diyar kir ku hêj ne diyar e ka gelo moşekan rasterast baregehên Brîtanî kirine armanc, û lê zêde kir ku geşedanên li herêmê ji nêz ve tên şopandin. Bal hate kişandin ser çalakiyên leşkerî yên Îranê li herêmê û bi taybetî êrîşên bersiv-bi-bersiv ên bi Îsraîlê re, ku aloziya li Rojhilata Navîn zêdetir dikirin.

Berpirsên parastinê tekez kirin ku Brîtanya hebûna xwe ya leşkerî li herêmê diparêze û hemû tedbîrên pêwîst tên girtin ji bo misogerkirina ewlehiya leşkeran.

Parve bike: