Rojhilata Navîn
Îranê êrîşeke nû ya tolhildanê li dijî Îsralê pêk anî
Herêmên başûrê Îsraîlê bûn armanca pêncemîn êrîşa tolhildanê ku ji nîvê şevê ve ji aliyê Îranê ve hat kirin.
Wêne: Ynetnews
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat ragihandin ku sîstemên parastina hewayî ji bo astengkirina mûşekan hatine çalakirin, ku hatibû tespîtkirin ew ji Îranê hatine avêtin.
Rojnameya Yedîoth Ahronot ragihand ku ji ber êrîşê zengilê hişyarkirinê li wargehên nêzîkî Beersheva û Şerîda Gazzeyê lê dan.
Her wiha hat destnîşankirin ku yek ji moşekan li qadeke vala ketiye, û tîmên polîs û tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatine şandin.
Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Xaça Sor a Dawîd ve hat weşandin de, hat gotin ku li gorî nirxandinên destpêkê, ti qurbanî an jî birîndar çênebûne.