TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îranê careke din êrişî kurdên Rojhilatê kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 05 adar 2026 05:00
Îranê ragihand ku bi sê moşekan li baregehên komên siyasî yên kurdên Rojhilatê xistine.

RûpelNews - Li gorî ajansa nûçeyan a Îranê Tesnîm, Baregeha Xatemul Enbiya, ya girêdayî Pasdarên Şoreşê, derbarê êrîşê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku baregehên komên kurd ên Rojhilat ên li nava sînorên Herêma Kurdistanê bi sê moşekan hatine hedefgirtin.

Teqînên dijwar li Zirgivezê

Di heman demê de, hat ragihandin ku li gundê Zirgivezê yê li bajarê Silêmaniyê, cihê ku komên kurêd ên Rojhilat lê bi cih bûne, teqînên dijwar çêbûn. Hat ragihandin ku piştî teqînan ji herêmê dûman bilin bû.

Hejmara miriyan zêde dibe

Ji aliyê din ve Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, ragihand ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê de 926 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat ragihandin ku di êrîşan de hejmareke mezin a karbidestên payebilind jî jiyana xwe ji dest dane.

 

 

 

Parve bike: