TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îranê binkeyên Amerîkayê yên li Iraqê armanc kirin

📅 08 rêbendan 2020 10:56

PeyamaKurd - Îranê bi moşekan li dijî binkeya amerîkî ya li Iraqê Eyn el Esed êrişek pêk anî.

 Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand, ku wan îşev tolhildana dijwar a li dijî Amerîkayê dest pê kir. Supaya Pasdaran diyar kir, binkeya Eyn el Esed a hêzên Amerîkî li Iraqê bi bi dehan mûşekan hatiye hedefgirtin.

Medya Îranî jî belav kir, ku êrîşa îşev di tolhildana kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê General Qasim Sulêymanî de hatiye destpêkirin.

Ajansa Fars News a Îranî ku ser bi Supaya Pasdaran ve ye, dîmenên avêtina hejmarek mûşekan belav kir.

Derbarê êrîşa moşekî ya îşev, Supaya Pasdaran daxuyaniyeke 4 bendî belav kiriye û di bendeke vê de hişyarî daye welatên hevpeymanê Amerîkayê û welatên ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê lê hene, ku eger ji erdê wan ve êrîşî Îranê bê kirin, dê bibin armanca êrîşan.

 

Parve bike: