TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îranê bi tohmeta sîxurtiyê pasdarekî nêzîkî Qasim Suleymanî bidarve kir

📅 20 tîrmeh 2020 12:31

PeyamaKurd – Dewleta Îranê, pasdarekî nêzîkî Qasim Suleymanî, bi tohmeta sîxurtî ji Amerîka û Îsraîl kiriye bidarve kir.

Dadweriya Îranê ragihand, îro danê sibê kesekî bi navê Mehmûd Mûsevî Mecd, bi tohmeta ji CIA û MOSSADê re sîxurtî kiriye, hat bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, ew kesê han pasdar bûye û kesekî nêzîkî fermandeyê berê yê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bûye û agahiyên hestiyar li ser Suleymanî dida CIA û MOSSADê!

Fermana mirina wî pasdarê han bihara îsal hatibû dayîn.

Parve bike: