Îranê bi fermî deshilatdariya Talîban hisyar û sermezar kir
PeyamaKurd – Îranê bi fermî bi rêya nûnerê Afganistanê yê Tehranê, deshilatdariya Talîban hişyar û şermezar kir.
Li gor televîzyona dewleta Îranê ragihand: “Berpirsê tekilîyên Afganistanê yê li Tehranê, ji bo şermezarkirina êrîşên roja Duşemê yên dijî balyozxaneya Îranê li Kabîlê û Konsulxaneya li Heratê li Afganistanê, do roja Sêşemê hat gazîkirin.”
Îranê hevdem eşkere kir, Tehranê tevahîya xizmetên balyozxaneyen li Afganistanê daye rawestandin.
Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir, Talîbana ku li Afganistanê desthilatdar e, ji ewlehî û ewlekariya dîplomatên Tehranê berpirsiyar e.
Medyaya fermî ya Îranê da zanîn, Wezaretê diyar kiriye xizmetên balyozxaneyê yên li welatê cîran “heta biryareke din hatine rawestîndin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, xwepêşandanên li Afganistanê, piştî ku di rojên dawî de, li ser medya civakî hin dîmên hatin weşandin pêk hatin; yên ku tê nîşandayîn ku li Îranê ciwanên penaber ên Afganî ji hêla Îraniyên asayî ve tên tacîzkirin û acizkirin. Lê rayedarên Îranî roja Duşemê red kirin ku li Îranê li dijî penaberên Afganî tevgerên xerab hene.