Rojhilata Navîn
Îranê bi 6 mûşekan êrîş li Riyadê kir
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku şeş mûşekên balîstîk li herêma Riyadê hatine avêtin.
RûpelNews - Wezareta Parastina ya Erebîstana Siûdî diyar kir ku parastina hewayî du mûşek asteng kirine, lê çarên din li deverên bêmirov an jî li avên Kendavê ketine.
Her wiha hat ragihandin ku Îranê bi bikaranîna firokeyên bêmirov êrîşek li ser Bendera Mubarek el-Kebir a li Kuweytê pêk aniye. Heta niha ji aliyê rayedarên Qeterê ve derbarê êrîşê de ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Di vê navberê de, Pasdarên Sûpaya Îranê ji ber êrîşan hişyarî da sivîlên ku li deverên Rojhilata Navîn ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne û ji wan xwestin ku ji wan deveran derkevin.